Civîna komîteya leşkerî ya ji bo qeyrana Lîbyayê dê li Cenevreyê bê tertîpkirin

Di daxuyanîya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin de hat diyarkirin ji bo çareserîya qeyrana Lîbyayê îro dê li Cenevreya Swêdê civîna komîteya leşkerî bê tertîpkirin.

Ekleme: 04.02.2020 11:45:12 / Güncelleme: 04.02.2020 11:45:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo civînê 10 kes hatine hilbijartin û 5 kes ji van ji koma Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî û 4 kesên din jî ji koma Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ne.

Ew ê Ghassan Salameyê Temsîlkarê Taybet ê Lîbyayê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji civînê re moderatorîyê bike û ew ê civîn ji çapemenîyê re girtî bê kirin.(ÎLKHA)