Pêşbirka Sîyerê ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bi dawî bû

Pêşbirka Sîyerê ya bi xelat a ku li tevahîya Tirkîyê bi navê “Wî Bixwîne û Wî Bijî” ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin di seat 12.40î de bi dawî bû.

Ekleme: 02.02.2020 15:05:11 / Güncelleme: 02.02.2020 15:05:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin îsal pêşbirk li 78 bajêran li 324 navendan tê tertîpkirin. Di encama pêşbirka tê kirin de kesên ku bi serkevin dê bi xelatên cûrbecûr bên xelatkirin ku di nav van xelatan de xelata umrê jî heye.

Ew ê pirsên pêşbirkê di seat 16.00an de di Rehber TVyê de bên bersivandin û kesên ku di pêşbirkê de bi serketine jî di 18ê Sibatê de bên daxuyandin.(ÎLKHA)