Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê: Cara ewil li derveyî Çînê kesek ji ber koronavîrusê mir

Di daxuyanîya ku ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin li Fîlîpînan kesek ji ber koronavîrusê canê xwe ji dest da.

Ekleme: 02.02.2020 09:55:12 / Güncelleme: 02.02.2020 09:55:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin li Manîlaya Fîlîpînan  heftîya borî kesekî Çînê ji ber quxikê çû nexweşxanê û di encama testên ku hat kirin de hat tespîtkirin pê re koronavîrus heye mir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ev kesê ku li Fîlîpînan mir kesê yekemîn e ku li derveyî Çînê ji ber vîrusê miriye.(ÎLKHA)