Yekîtîya Ereban destnîşan kir ew plana Trump a îşxala Filistînê red dikin

Yekîtîya Ereban a ku bi şikleke derasayî li Qahîreya Misirê civîya destnîşan kir ew plana “Peymanan Sedsalê” ya Trump a ku pê îşxala Filistînê tê xwestin red dikin û ew ê guh nedin vê qerarê.

Ekleme: 02.02.2020 09:05:14 / Güncelleme: 02.02.2020 09:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yekîtîya Ereban bi banga Filistînê di asta wezîrên karên derve de bi şikleke derasayî li Qahîreya paytexta Misirê civîya. Di encama civînê de derheqê “Peymana Sedsalê” de danezanek hat belavkirin.

Di danezana ku hat belavkirin de hat diyarkirin “Yekîtîya Ereban li dijî vê planê ye û ew ê bi tu awayî vê planê qebûl neke.”(ÎLKHA)