Balafira ku welatîyên Tirkîyê pê ji Wuhana Çînê hatin tahlîyekirin gihaşt Enqerê

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkîyê destnîşan kir balafira ku 42 kes pê ji Wuhana Çînê ya ku lê koronavîrus derket holê hatin tahlîyekirin gihaşt Enqerê.

Ekleme: 02.02.2020 08:50:13 / Güncelleme: 02.02.2020 08:50:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; operasyona “Koca Yusuf” bi şikleke serkeftî hat temamkirin, balafira ku 42 kes pê ji Wuhana Çînê ya ku lê koronavîrus derket holê hatin tahlîyekirin gihaşt Balafirgeha Etîmesgut a Enqerê.

42 kesên ku hatin tahlîyekirin ew ê heta 14 rojan di bin çavdêrîyê de bên girtin.(ÎLKHA)