Di xwepêşandanên li Iraqê de heta niha 520 kes mirin 23 hezar kes jî birîndar bûn

Komîsyona Bilind a Mafên Însanan a Iraqê destnîşan kir di xwepêşandanên li Iraqê de heta niha 520 kes canê xwe ji dest dan û 23 hezar kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.02.2020 16:05:12 / Güncelleme: 01.02.2020 16:05:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Enes Ekremê Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Însanan a Iraqê derbarê mijarê de ji K24 re daxuyanî da.

Ekrem di daxuyanîya ku da de destnîşan kir di xwepêşandanên li Iraqê de heta niha 520 kes canê xwe ji dest dan û 23 hezar û 250 kes  jî birîndar bûn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Exlebeyê kesên ku canê xwe ji dest dane ew kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûne. Di nav van kesên ku canê xwe ji dest dane de endamên ewlehîyê jî hene.”(ÎLKHA)