Ji akedemîsyen, xwendekar û karsazan peyama ‘Parastina Qudsê’

Ji gelek welatên Îslamê kesên karsaz, xwendekarên zanîngehê û akedemîsyen ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re peyama “Em ê te biparêzin ey Quds” dan.

Ekleme: 31.01.2020 16:09:36 / Güncelleme: 31.01.2020 16:09:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Quds û axên Filistînê bi projeyeke nû ya îşxalê ya ku navê “Peymana Sedsalê” lê kirine tê xwestin ku bi temametî ji terorîstên siyonîst re bê dayîn.

Peymana Sedsalê ya ku ev bû nêzî 2 sal ji teref Amerîkayê îşxalker û çeteyê sîyonîst ve tê anîn rojevê di civîneke ku ji teref Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokwezîrê şebekaya terorê Benyanîn Netenyahu ve hat daxuyandin.

Di serî de gelê Filistînê û her wisa temamê Misliman xwe berdan qadan û vê daxuyanîyê bi tundî şermezar kirin.

Ji gelek welatên Îslamê kesên karsaz, xwendekarên zanîngehê û akedemîsyen ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re peyama “Em ê te biparêzin ey Quds, em qurbana te nin ey Quds, em ê te têne nehêlin ey Quds, em ê Qudsê azad bikin, em ê temamê îmkanên xwe seferber bikin û em ê te biparêzin.” dan.

Kesên karsaz, xwendekarên zanîngehê û akedemîsyenên ji welatên Kurdistan, Tunus, Senegal, Libnan, Filistin, Etîyopya, Çad, Sudan, Pakistan, Fas, Endonezya, Surîye, Morîtanya, Somalî, Iraq, Çeçenistan, Lîbya, Cîbutî, Malezya û Tirkîyeyî  bang li ummeta Îslamê kirin û destnîşan kirin divê demildest yekîtî bê tesîskirin.

Mahmud Aşurê Karsaz û Akedemîsyenê ku li Sûrîyê 25 salan di zindanê de hat girtin bang li Qudsê kir û got: “Her çi qas hewl dan doza te perçe bikin jî tu dîsa doza hevpar a ummetê  yî. Doza Filistîn, Quds û Eqsayê doza temamê ummetê ye. Em ê te azad bikin û bi temamê îmkanên xwe em ê te biparêzin ey Quds.”

Îbrahîm Ayyaşê birazîyê Şehîd Muhendis Yahya Ayyaş jî bi stranên ku li ser Qudsê strand hesreta xwe ya ji bo Eqsa û Filistînê anî zimên.(ÎLKHA)