Li Diyarbekirê dê ji bo Qudsê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî bê tertîpkirin

Ji teref Cemîyeta Mustazafan ve li Diyarbekirê dê sibe piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin li dijî plana “Îxaneta Sedsalê” daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî bê tertîpkirin.

Ekleme: 30.01.2020 13:40:11 / Güncelleme: 30.01.2020 13:40:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Cemîyeta Mustazafan ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Em ê sibe li dijî plana ‘Îxaneta Sedsalê”  piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin ji bo Amerîkayê şeytanê mezin û siyonîstên îşxalker telîn bikin daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî  tertîp bikin. Em temamê xelkê xwe vedixwînin vê daxuyanîyê.”(ÎLKHA)