Avrupa Yetim Eli ji xwendekarên êtîm ên Kenyayî re alîkarîya cil bergan kir

Avrupa Yetim Eliya ku li Garîssaya bajêra Kenyayê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne ji 300 xwendekarên êtîm re alîkarîya cil û bergan kir.

Ekleme: 30.01.2020 10:40:22 / Güncelleme: 30.01.2020 10:40:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê alîkarîya cil û bergan a ku hat kirin de ji teref Serdar Şîşmanê Temsîlkarê Dildar ê Avrupa Yetim Eli ve daxuyanîyek hat belavkirin.

“Êtîm li vê derê di bin şert û mercên giran de hewl didin perwerdehîya Qur’anê bibînin”

Şîşman di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ew xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin û dû re wiha got: “Em xebatên xwe yên li Kenyayê didomînin. Me îro li Garîssayê êtîmxaneyekê ziyaret kir. Li vê êtîmxanê nêzî 300 xwendekarên êtîm heye.Me wan alîkarîyên ku xêrxwazên Ewrûpayî nexasim ji bo êtîman dabûn me ji kesên êtîm re belav kir. Me derd û kulên êtîman guhdar kir. Me dît ku di pîyên wan de pêlava wan tune ye, cil û bergeke baş li ser wan tune ye. Êtîm li vê derê di bin şert û mercên giran de hewl didin perwerdehîya Qur’an û ya akademîk bistînin. Me bi seydayên êtîman re jî hevdîtin. Wanan ji bo alîkarîyê daxwaz ji me teleb kirin.”

“Înşallah em ê xebatên xwe li vê derê bidomînin”

Şîşman di berdewama daxuyanîya xwe de banga xwedîderketina li êtîman kir û dû re we ha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Dema ku me ji êtîman re alîkarî kir me kêfxweşîya di rûyên wan de dît. Lewra em dizanin mistdana serê êtîmekî/ê çi qas bi xêr e. Ji ber vê yekê me alîkarî ji wan re kir.  Ew di nav şert û mercên giran de dijîn ku em bi vê yekê dilzîz bûn. Înşallah em ê xebatên xwe li vê derê bidomînin. “(ÎLKHA)