Pakistan: Em banga xwe ya damezrandina dewleta Filistînê dubare dikin

Di daxuyanîya ku ji teref Pakistanê ve hat belavkirin de derbarê plana qaşo ya aştîyê de hat diyarkirin “Em banga xwe dubare dikin; bila li gorî sînorên berîya sala 1967an dewletek Filistînê ya ku paytexta wê Quds be bê damezrandin."

Ekleme: 30.01.2020 09:40:12 / Güncelleme: 30.01.2020 09:40:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin Pakistan destekê dide wê pêvajoya du dewletî ya ku bi qerarên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye xistin bin ewlehîyê û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Em ê destekê bidin muzakere û gotûbêjên ku dê feyde bidin çareserîyeke adil a di warê meseleya Filistînê de.”(ÎLKHA)