Hûsîyan êrîşî tesîsên neftê yên Siûdî kirin

Hûsîyên li Yemenê destnîşan kirin, ew êrîşî tesîsên neftê yên aîdî şîrketa Aramcoya li Siûdî kirin.

Ekleme: 29.01.2020 17:35:12 / Güncelleme: 29.01.2020 17:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hêzên çekdar ên girêdayê Hûsîyan destnîşan kir ji ber êrîşên dawî yên ku zêde bûne ew bi mûşekan êrîş birine li ser axên Siûdîyan.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ew bi mûşek û balafirên bêînsan êrîşî tesîsên neftê yên aîdî şîrketa Aramcoyê, balafirgehên Abha û Cîzanê û baregaha leşkerî ya Hamîs Muşaytê kirine.

Heta niha derheqê êrîşa ku hatiye kirin de ji teref rayedarên Siûdî û şîrketa Aramcoyê ve dauxyanîyek nehat belavkirin.(ÎLKHA)