Endam û dildarên Kerwana Umûdê ya Xarpêtê piştî erdheja ku li Sîvrîceya Xarpêtê pêk hat re alîkarî dabûn destpêkirin ku ev alîkarî bênavber berdewam dikin.
Kerwana Umudê ya Xarpêtê nexasim li Taxên Mustafapaşa û Surucuya Xarpêtê ji welatîyên ku li derve mane û pêdivîya wan bi alîkarîyê heye re alîkarî dike. Kerwan li van taxan ji welatîyan re cil û berg, batanî û şorbe belav dike.(ÎLKHA)