Di operasyona PKKê ya li Diyarbekirê de 2 ton û 379 kîlo esrar hat bidestxistin

Walîtîya Diyarbekirê destnîşan kir esrara ku li Lîcê û Hênê hatine bidestxistin hatine xistin bin muhafazayê.

Ekleme: 23.01.2020 14:25:23 / Güncelleme: 23.01.2020 14:25:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hat belavkirin de hat diyarkirin operasyona ku di 20ê Çileyê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin; di encama operasyona ku hat lidarxistin de 2 ton û 379 kîlo esrar hat bidestxistin û 3 kozik û 3 mewzîyên çavdêrîyê hatin îmhakirin.(ÎLKHA)