Serokê Karên Diyanetê ji bo Şêx Evdilkerîm Çevîk peyama tazîyê weşand

Prof. Dr. Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê ji bo Şêx Evdilkerîm Çevîkê ku di êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest da peyama tazîyê weşand.

Ekleme: 20.01.2020 13:55:14 / Güncelleme: 20.01.2020 13:55:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erbaş di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir êrîşa ku hatiye kirin şermezar kir û derbarê mijarê de wisa got: “ Evdilkerîm Çevîk Xoceyê ku Îmam Xatîbê Mescîda Muhammed Hafît Efendî bû rehmet kiriye. Mekana wî bila bibe cennet û maqama wî bilid be. Ez ji bo telebe û nasên wî û camîaya ilmê sersaxî dixwazim.”(ÎLKHA)