Putîn: “Em ê pevçûna li Lîbyayê bidin sekinandin”

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn destnîşan kir di encama xebatên serkeftî yên Tirkîye û Rûsyayê de li Almanyayê konferansa Lîbyayê hatiye lidarxistin û dû re wiha got: “Em ê pevçûna li Lîbyayê bidin sekinandin.”

Ekleme: 20.01.2020 11:35:06 / Güncelleme: 20.01.2020 11:35:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ve derbarê pevçûnên ku li Lîbyayê berdewam dikin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Putîn di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir di warê agirbestê de gavên ciddî tên avêtin û dû re wiha got: “Di encama xebatên serkeftî yên Tirkîye û Rûsyayê de li Almanyayê konferansa Lîbyayê hatiye lidarxistin. Em ê pevçûna li Lîbyayê bidin sekinandin.”(ÎLKHA)