Hat ragihandin li Beyrûdê di pevçûnên ku di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehîyê de derketin de 114 kes birîndar bûn.
Li Beyrûda Libnanê ev bû 3 meh ku ji ber qeyrana aborî û bêrêtîyan xwepêşan tên lidarxistin.
Doh xwepêşandêran li nêzî Avahîya Parlementoyê ya li li Beyrûdê xwepêşan lidar xistin. Polêsan bi xaza îsotan midaxeleyî xwepêşandêran kirin û xwepêşandêr jî bir keviran bersiv dan polêsan.
Di encama bûyerên ku bi seatan berdewam kirin de tevde 114 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)