Iraq:Qerara ji welêt derxistina leşkerên biyanî dê ji bo Herêma Kurdistanê jî derbasdar be

Tuxgeneral Abdulkerîm Xalefê Berdevkê Leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî destnîşan kir, qerara derxistina leşkerên biyanî ya ji welêt dê ji bo Herêma Kurdistanê jî derbasdar be.

Ekleme: 18.01.2020 13:50:08 / Güncelleme: 18.01.2020 13:50:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin qerara derxistina leşkerên biyanî ya ji welêt dê ji bo Herêma Kurdistanê jî derbasdar be.

Derbarê mijarê de ji teref Tuxgeneral Abdulkerîm Xalefê Berdevkê Leşkerî  yê Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Xalef di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, qerara derxistina leşkerên biyanî ya ji welêt dê ji bo Herêma Kurdistanê jî derbasdar be.

Xalef di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji bo derxistina leşkerên Amerîkayê hêj dîrokek nehatiye diyarkirin.(ÎLKHA)