Avrupa Yetim Eli xebatên xwe yên alîkarîyê li Balkanan didomîne

Avrupa Yetim Eliya ku li welatên Balkanan xebatên alîkarîyê dabû destpêkirin li Karadagê ji malbatên feqîr û jar re alîkarîya cilşo û êzîngan kir.

Ekleme: 18.01.2020 12:05:18 / Güncelleme: 18.01.2020 12:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî niha ji teref Avrupa Yetim Eli ve li welatên Balkanan di bergeha “Alîkarîya Zivistanê ya Balkanan 2020” hatibû destpêkirin û xebatên alîkarîyê ji bo malbatên jar û feqîr re tê kirin.

Komele berî niha li Plava bajara Karadagê ji bo malbatên feqîr û jar alîkarîyên cûrbecûr kiribû ku komele vê carê li Rojayeya bajêra Karadagê çû hawara malbatên feqîr û jar û ji wan re alîkarîya cilşo û êzingan kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eli Huseyîn Ateş derbarê alîkarîyên ku ji teref wan ve tên kirin de wiha got: “ Em wek Avrupa Yetim Eli li Rojeyaya bajara Karadagê ne. Me li vê derê ji malbateke feqîr re alîkarîya cilşoyê kir.3 zarokên vê malbatê hene. Qîzeke wan a bi navê Amma heye û nexweş e. Her meh ji bo dermankirinê wê dibin Podgorîcoya ku bi sedan kîlometre ji vê derê dûr e. Malbat mexdûr e û pêdivîyên wan heye. Me xwest ku rewşa vê malbatê nîşanî xêrxwazên xwe bidin. Xêrxwaz ger bixwazin ji vê malbatê re bibin alîkar dikarin bi me re bikevin pêwendîyê.”(ÎLKHA)