Erdogan: Êrîşên ku li Îdlîbê tên kirin îspat e ku rejîm li gor agirbestê hereket nake

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir, êrîşên ku li Îdlîbê tên kirin îspat e ku rejîm li gor agirbestê hereket nake.

Ekleme: 17.01.2020 16:05:13 / Güncelleme: 17.01.2020 16:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja înê pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan pirsa ku derheqê êrîşên ku li Îdlîbê tên kirin de wisa bersivand: “Ev êrîşên ku tên kirin îspat in ku rejîma Sûrîyê li gorî agirbestê hereket nake. Em ê roja yekşemê li Berlînê bin. Em ê digel Putîn vê meselê binirxînin. Geşedanên li Îdlîbê meriv aciz dikin.”(ÎLKHA)