Qedexeya li ser Wîkîpedyayê rabû

Mehkemê qerara vekirina Wîkîpedyayê ji Sazîya Ragihandin û Teknolojîya Zanistanê re şand.

Ekleme: 15.01.2020 16:30:20 / Güncelleme: 15.01.2020 16:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îro qerara Mehkemeya Makeqanûnê ya derheqê Wîkîpedyayê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Piştî ku qerar di Rojnameya Fermî de hat weşandin re dihat gotin ku ew ê qedexeya li ser  Wîkîpedyayê bê rakirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji bo qedexeya li ser Wîkîpedyayê bê rakirin Mehkemê qerara vekirina Wîkîpedyayê ji Sazîya Ragihandin û Teknolojîya Zanistanê re şand.(ÎLKHA)