Akîle Salihê terefdarê Hafter: Agirbest bi dawî bû

Akîle Salihê terefdarê Hafterê darbeker destnîşan kir: “Agirbest bi dawî bû û ew ê şer û pevçûn berdewam bikin.”

Ekleme: 15.01.2020 08:25:06 / Güncelleme: 15.01.2020 08:25:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Temsîlkaran Akîle Salihê ku terefdarê Hafterê darbeker e gotibû “ji ber hûrmeta Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn” bersiveke erênî dane banga hevpar a agirbestê ya ku ji teref Rûsya û Tirkîyê ve hatibû kirin.

Salihê ku derbarê agirbestê de daxuyanî da derbarê mijarê de got “Agirbest ji bo me bi dawî bû, ew ê şer û pevçûn berdewam bikin.”

Piştî vê daxuyanîyê terefdarên Hafterê darbeker êrîş birin li ser Trablusê.(ÎLKHA)