Pêşnûmaya sînordarkirina rayeyên Trump ên herba bi Îranê re hat qebûlkirin

Meclîsa Temsîlkaran pêşnûmaya sînordarkirina rayeyên Trump ên herba bi Îranê re qebûl kir.

Ekleme: 10.01.2020 11:40:10 / Güncelleme: 10.01.2020 11:40:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin Meclîsa Temsîlkaran a ku exlebeya wê ji demokratan pêk tê, pêşnûmaya  sînordarkirina rayeyên Trump ên herba bi Îranê re qebûl kir.

Di encama dengdayîna ku hat kirin de pêşnûmaya sînordarkirinê bi 224 dengan hat qebûlkirin.

Li gorî pêşnûmayê ew ê Trump bêyî destûra kongrê nikaribe bi Îranê re bikeve herbê.(ÎLKHA)