Hafter banga agirbestê red kir

Hafterê ku serokê darbeker e li Lîbyayê banga agirbestê red kir û destnîşan kir ew ê “operasyonên leşkerî” berdewam bikin.

Ekleme: 10.01.2020 10:40:16 / Güncelleme: 10.01.2020 10:40:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ji bo Lîbyayê banga agirbestê kiribû.

General Hafterê ku darbeker e û Amerîka û hinek welatên Ereban destekê didiyê bersiv da vê banga agirbestê.

Hafter di daxuyanîya ku da destnîşan kir; ew banga agirbestê red dike û ew ê “operasyonên leşkerî” bidomîne.(ÎLKHA)