Li Îranê balafira rêwîyan ket xwarê: 180 mirî

Li Îranê balafireke ku tê de 170 rêwî û 10 murettab hebûn ket xwarê.

Ekleme: 08.01.2020 10:05:15 / Güncelleme: 08.01.2020 10:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin balafireke rêwîyan a Boeîng 737 a ku aîdî Rêyên Asîmanî ya Ukraynayê bû  li Îranê ket xwarê. Di encama bûyera ku pêk hat de 180 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafira ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Îmam Xumeynî bi hewa ket piştî demekê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ket xwarê.(ÎLKHA)