Îranê bi mûşekan baregaha Amerîka ya li Iraqê hedef girt

Artêşa Muhafizên Şoreşê yê Îranê bi mûşekan êrîş bir li ser baregahên Amerîka yên li Iraqê.

Ekleme: 08.01.2020 09:45:11 / Güncelleme: 08.01.2020 09:45:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin Artêşa Muhafizên Şoreşê yê Îranê bi mûşekan êrîş bir li ser baregahên Amerîka yên li Iraqê.

Derbarê mijarê de ji teref Artêşa Muhafizên Şoreşê yê Îranê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin;  Baregaha Ayn’el Esed a Amerîkayê bi mûşekên balîstîk hat lêxistinç

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ger Amerîka bersiv bide êrîşa wan ew ê bersiveke tund û dijwartir ji teref Îranê ve bê dayîn û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ew ê ew çavkanîyên ku ji dijî Îranê dijminane hereket dikin û Îranê hedef digirin  bê lêxistin. Di sûcê ku hatiye kirin de siyonîst jî bi Amerîka re ne.”(ÎLKHA)