Çîn: Em ê li dijî Amerîkayê destekê bidin bloka Îran-Iraqê

Çînê destek da qerara Iraqê ya di warê derxistine hêmanên Amerîkayê de. Sefîrê Baxdayê yê Çînê destnîşan kir ew ê desteka xwe ya ji bo hikûmeta Iraqê bidomînin.

Ekleme: 07.01.2020 16:15:10 / Güncelleme: 07.01.2020 16:15:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî niha Parlementoya Iraqê biryar dabû ku Amerîka terka Iraqê bike ku ji ber vê yekê Trump bi şikleke eşkere gefê li Iraqê xwaribû. Iraqê jî bi Çînê bersiv da gefa Amerîkayê.

Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî piştî hevdîtina ku bi Sefîrê Baxdayê yê Çînê Zhang Tao re kir destnîşan kir “ Bêşiphe em ê peymana xwe ya ku bi Çînê re kir tetbîq bikin.”

Abdulmedhî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Em dixwazin Çîn di qada navneteweyî de jî destekê bide me.”

Sefîrê Baxdayê yê Çînê Zhang Tao jî diyar kir, ew ê destekên xwe ji bo Iraqê bidomînin.(ÎLKHA)