Wezîrên Karên Derve yên Yekîtîya Ewrûpayê dê derasayî bicivin

Piştî geşedanên ku li Iraq û Îranê pêk hatin re Wezîrên Karên Derve yên Yekîtîya Ewrûpayê dê derasayî bicivin.

Ekleme: 07.01.2020 13:45:10 / Güncelleme: 07.01.2020 13:45:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Temsîlkarê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehîyê û Pêwendîyên Derve yê Yekîtîya Ewrûpayê Josep Borrell derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Josep Borrell di daxuyanîya xwe ya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir; Wezîrên Karên Derve yên Yekîtîya Ewrûpayê ji bo geşedanên li Iraq û Îranê di 10ê Çileyê de dê derasayî  bicivin.(ÎLKHA)