Nasrallah: Dema ku tabûtên leşkeran li ser hev kom bûn ew ê Trump fam bike ku têk çûye

Lîderê Hîzbullaha Libnanê Hesen Nasrallah destnîşan kir, piştî ku General Qasim Silêmanî hat qetilkirin re li herêmê qonaxeke nû dest pê kir û got: “Dema ku tabûtên leşkeran li ser hev kom bûn ew ê Trump fam bike ku têk çûye.”

Ekleme: 06.01.2020 10:50:10 / Güncelleme: 06.01.2020 10:50:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nasrallah ji bi hezaran kesên ku li Beyrûda paytexta Libnanê ji bo Qasim Silêmanî bi bîr bînin kom bûbûn re xîtab kir. Nasrallah di axavtina xwe ya ku kir de soza xwe ya tolhildanê dubare kir.

Nasrallah di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê Rojhilata Navîn ji leşkerên Amerîkayê bê paqijkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku tabûtên leşkeran li ser hev kom bûn ew ê Trump fam bike ku têk çûye. Baregahên Amerîkayê, keştîyên şer û leşkerên Amerîkayê di hedefa me de ne.”(ÎLKHA)