77 kîlo eroîn hat bidestxistin

Li Elbaka Wanê 77 kîlo eroîn hat bidestixistin.

Ekleme: 06.01.2020 08:09:14 / Güncelleme: 06.01.2020 08:09:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li Elbaka navçeya Wanê di operasyona ku hat lidarxistin de 77 kîlo eroîn hat bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di encama operasyona ku li Elbaka navçeya Wanê de hat lidarxistin de di kamyonetekê de 77 kîlo û 473 gram eroîn hat bidestxistin û kesekî E.O yê ku têkilîya wî bi bûyerê re hebû hat binçavkirin.(ÎLKHA)