“Amerîka ew ê ji temamê encamên maceraperestîyên xwe mesûl bê girtin”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf derheqê sûîqesta ku ji teref Amerîkayê ve li Sileymanî hat kirin de destnîşan kir “Amerîka ew ê ji temamê encamên maceraperestîyên xwe mesûl bê girtin.”

Ekleme: 03.01.2020 09:05:11 / Güncelleme: 03.01.2020 09:05:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf piştî sûîqesta ku li Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis hat kirin re daxuyanîyek belav kir.

Zarîf di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Amerîka li Rojhilata Navîn rewşeke bi xeter derxist holê. Divê ji encamên vê yekê  re jî amade be. Amerîka ew ê ji temamê encamên  maceraperestîyên xwe mesûl bê girtin.”(ÎLKHA)