Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 10 mirî

Li Helmanda parêzgeha Efxanistanê ji teref Talîbanê ve êrîşeke bombeyî hat lidarxistin, di encama êrîşa bombeyî de 10 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 29.12.2019 11:05:09 / Güncelleme: 29.12.2019 11:05:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin  li Helmanda parêzgeha Efxanistanê ji teref Talîbanê ve êrîşeke bombeyî hat lidarxistin, di encama êrîşa bombeyî de 10 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mîlîtanên Talîbanê li Sangîna navçeya Helmanda parêzgeha Efxanistanê êrîşî qereqola leşkerî kirin.  Di encama êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 10 leşker canê xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.

Berdevkê Walîyê Helmandê  destnîşan teqenîya ku berî niha li nêzî qeraqolê hatibû bicîkirin ji dûr ve hat teqandin.

Talîban êrîş li ser xwe girt û destnîşan kir di êrîşê de 26 leşker canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)