Li Belçîkayê dijmintîya Îslamê berdewam dike

Mehkemeya Temyîzê ya Anversê ya Belçîkayê qerara Mehkemeya Aslîyê ya Yekemîna Tongerenê ya di warê rakirina qedexeya hîcabê ya li mektebên Flamanê de xera kir.

Ekleme: 25.12.2019 15:35:11 / Güncelleme: 25.12.2019 15:35:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin Mehkemeya Temyîzê ya Anversê ya Belçîkayê qerara Mehkemeya Aslîyê ya Yekemîna Tongerenê ya di warê rakirina qedexeya hîcabê ya li mektebên Flamanê  de xera kir.Piştî qerara ku hat xerakirin re qedexeya hîcabê ya li mekteban berdewam dike.

Li Belçîkayê berî niha dê û bavên 11 xwendekaran ji bo qedexeya hîcabê ya li mektebên Flamanê bê rakirin doz vekiribûn. Di encama doza ku hatibû vekirin de welî ji teref mehkemê ve heqdar hatibûn dîtin û qedexe hatibû rakirin.

Lê belê Mehkemeya Temyîzê ya Anversê ya Belçîkayê qerara Mehkemeya Aslîyê ya Yekemîna Tongerenê ya di warê rakirina qedexeya hîcabê ya li mektebên Flamanê  de xera kir.(ÎLKHA)