Mahîr Salahê serokê Hareketa Berxwedana Îslamî yê li derveyî Filistînê tax û kampên penaberên Filistînî yên li bajêra Sûrê ya li başûrê Libnanê ziyaret kir.
Salah di ziyareta xwe ya ku kir de destnîşan kir, Hamas di serî de li ser mafa vegerê ya penaberên Filistînî û wekî din li ser temamê mafên din ên Filistînîyan radiweste û dû re wiha got: “Doza penaberên Filistînî yên li Libnanê ji bo birêveberîya Hamasê meseleya herî muhîm e.”(ÎLKHA)