Sergey Lavrov: Me li Sûrîyê 43 çekên nû ceriband

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew li Sûrîyê 43 çekên nû ceribandine.

Ekleme: 25.12.2019 10:50:07 / Güncelleme: 25.12.2019 10:50:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji komên qatilan daxuyanîyên wek îtîrafê tên dayîn. Sergey Lavrovê Wezîrê Parastinê yê Rûsyaya ku her roj li Sûrîyê êrîşan dibin li ser sîwîlan di daxuyanîya xwe ya ku da de derheqê çekên nû yên ku ji teref wan ve li Sûrîyê hatine ceribandin de nirxandinan kir.

Lavrov di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir, artêşa Rûsyayê li Sûrîyê 43 çekên nû ceribandiye.

Lavrov di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew heta niha tevde 359 çekên modern li Sûrîyê ceribandine.(ÎLKHA)