Wezareta Karên Hundir: Di wan şewatên li Behra Reş de şopa teror û sabatojê nehat dîtin

Wezareta Karên Hundir derbarê şewatên ku doh li herêma Behra Reş dest pê kirin de destnîşan kir; di wan şewatên li Behra Reş de şopa teror û sabatojê nehat dîtin.

Ekleme: 25.12.2019 10:05:13 / Güncelleme: 25.12.2019 10:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh li çend xalên li herêma Behra Reş ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket û  her ku çû şewat belavî derdorê bû.

Derbarê van şewatên ku hêj nayê zanîn sedema wê çi ye de ji teref Wezareta Karên Hundir ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Wezareta Karên Hundir di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir; di wan şewatên li Behra Reş de şopa teror û sabatojê nehat dîtin.(ÎLKHA)