Yapıcıoglu: Hedefa me tesîskirina edaletê ye

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîyya Yapicioglu destnîşan kir “Armanc û hedefa partîya wan a sereke tesîskirina edaletê ye.”

Ekleme: 19.12.2019 16:25:10 / Güncelleme: 19.12.2019 16:25:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HUDA PARa ku di 19ê Kanûna sala 2012an de bi şîara “Siyaseta Dirist û Edaleta Rastî” dest bi siyasetê kir salvegera xwe ya 7emîn bi bernameya ku li Diyarbekirê tertîp dike pîroz dike.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîyya Yapicioglu di bernameya ku dihat tertîpkirin de axavtinek kir û balan kişand li ser armanc û hedefên partîya wan.

Temamê metna axavtinê ya Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîyya Yapicioglu wisa ye:

Gelî xuşk û birayên me!

Gelî dost û hevalan, gelî mevanên ‘ezîz

Îro em bi minasebeta salvegera avakirina partiya me, partiya we, partiya milletê me, Partiya Doza Azad yanî HuDA  PARê, civîyan.

Hûn tev bi xêr hatin, we xêr anî, hûn xêrê bibînin, ser seran, ser çavan hatin.

Gelek qonax me derbas kirin di ve meşa xwe ya 7 salî de.

Pîroz û sed mubarek be, ser xêrê be ev meşa me.

7 sal berê, me got Bismillah û bi coşeke mezin, bi niyeteke xalis, bi dileke pakij, bi qerareke bêveger em bi rê ketin.

Me didît ku di memleketa me de heq têne binpêkirin, bê hûqiqî, bê ‘edaletî, dizî û talan heye; hizûr û îtîmat û ewlehî nemaye, bêexlaqî her diçe zêde dibe.

Me didît ku rojeva siyasetê û rojeva milletê ji hev dûr e. Qedr û qîmeta insanîyetê her diçe kêm dibe. Di şûna nirx û qiymeta insaniyetê de berhevkirina mal û servet, zêdekirina quwet û qudreta siyasî têne pêşxistin.

Ev hal, ûmîda me neşikand û dê tu car ji neşkêne. ‘Ezm û qerara me xurt dike.

Me qerar da û got, çawa ku seyda gotiye:

Nabe ku em dûr bimînin ji siyasetê bira

Nabe ku em yek peza xwe bi xwe bispêrin gura

Ger nikarbin em meni’ kin hemiyê zulm û şera

Çi ji me hat ew jî kare ew ji kare ji me ra

Kesên rêya rast nas dikin, dê zû derkevin ronahiyê. Me gûh da rehberê însaniyetê. Hz. Muhammed (a.s) gotiye: “Ew civaka ku heqqê qelsan ji kesên xwedî quwet bi hêsanî (bi rehetî) nikaribe bê standin, ew civak tu carî rast nabe û naghêje rehetiyê.”

Belê 7 sal berê, me milên xwe hilda em ketin vê rê. Di merkeza siyaseta me de însan heye. Em bawer in her çi siyaseta ku di merkeza wî de ne însan, tiştekî din heye, xêra wî tune ye. Lewra însan mûkerrem e, Xweda pê re îkram kiriye. Lazime kerameta însan neyê şikandin. Însan muhterem e, Xweda ew ji xwe ra xelîfe çêkiriye û ji melaîketan xwestiye ku îhtîramê nîşanî bavê însaniyetê Hz. Adem bidin. Însan emaneteke Îlahî hilgirtîye, ji lew kaînat musexxer e ji bonî zarokên bavê Adem.

Însan tev zarokên Adem in, wek hevin. Çi Tirk û Kurd, çi ‘Ereb û ‘Ecem. Ji bo ku hevdu nas bikin wek ‘eşîr û qebîleyan û qewman hatine xulqandin. Ne ji bo bi hevra şer bikin, bo hev nas bikin, heqqê hev nas bikin.  

Hedefa me ya sereke tesîskirina edaletê ye. Lewra em bawerin, îro her çi derd û kûl û nexweşîyên me yen civakî hene, ji tûnebuna edaletê ye. Tûnebûna edaletê hebûna zilmê ye.

 

Di hemî mafa Musulman ferze wek hev bin timî

Çi ‘Ereb bin, çi ‘Ecem bin çi jî Tirk û Kurd hemî

Wek gelê Kurd her gelên jar em ji wan re bin gemî

Ta bigîjin her heqên xwe ew ji wek her Ademî

Ez zêde direj nakim. Piştî min Serokê me ye Giştî Kekê İshak de xîtap bike. Ez dixwazim vê car bi şi’rek xwe dawî li axaftina xwe bînim.

Dû hezar û duwazdeha mîladî

Roj hilat ji nev rupelên kitabî

Zemîn keske, kiteb sipî, roj zêrîn

Mazlûm dilşad, ûmîdwrin carek dîn.

Hemd ji te ra Ya Îlahî vaye hat

Piştevan û warisê Selahaddîn

Alîkarên mazlum û jar û feqîr,

Daxwaza wan ‘edalet e l’her zemîn.

Yâ Îlahî tu bidî me nesretê

Em hilînin vê zulmê ser milletê

“Îhdîna ya Rebb siratel mûsteqîm”

Gazîya me ye ji Rebb’ê ‘İzzetê. (ÎLKHA)