Yilmaz: HUDA PAR bi hêsanî nehat van rojan

Mehmet Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî di bernameya ku tê tertîpkirin de destnîşan kir “Em bi hêsanî nehatin van rojan. Di vê pêvajoyê de gelek zêde komplo û kumpas li me hatin kirin. Me pêkve bi sebr û sebatê micadele kir.”

Ekleme: 19.12.2019 15:50:06 / Güncelleme: 19.12.2019 15:50:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yilmaz di destpêka axavtina xwe de di bîran xist, ew di 19ê Kanûna sala 2012an de bi şîara “Siyaseta Dirist û Edaleta Rastî”  dest bi siyasetê kirine û ev bû 7 sal ku ew vê siyaseta xwe dimeşînin.

 “Me li ber zilmên ku li me hatin kirin serî netewand”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew tu carî serî li wan zilmên ku wan hatin kirin netewandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di pêvajoya zilma ku li me hat kirin de em ji rêya heqîyê veneqetîyan. Bi izn û alîkarîya Xwedê me van tevekan li pey xwe hişt.Yek bi yek me ji heqê tevekan derket.Di vê heyama ku niha em gihaştinê de hindik be jî tehdayî û zehmetî kêm bûne. Emanet ha, bila ev rewş nebe sedem ku em bikevin rihetîyê. Em ê wan zehmetî û zilmên ku li me hatine kirin ji bîr nekin û meşa xwe bidomînin.”

 “Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin, ev yek pêdivîyeke ayeta Xwedê ye”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser zimanê zikmakî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez çend tiştan bixwazim. A yekemîn; divê em partîya xwe bi derdorê bidin naskirin. Divê em gund bi gundî, bajar bi bajar bigerin û partîya xwe bidin nasîn. A duyemîn: Ji bo civak xwe bi Îslamê ve bigire û divê em teblîxê bikin. A sêyemîn jî: Ji bo zimanê me neyê jibîrkirin, ji bo zarokên me asîmîle nebin bi zimanê xwe bi wan re xeber bidin.  Hinej ji me ji zû de zimanê xwe ji bîr kiriye. Ger bi vî awayî here ew ê zimanê me êdî nema bê xeberdan. Ew ê wê demê  nesleke Kurd a ku asîmîle bûye derkeve holê.Ziman ji ayetên Xweda ye. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin, ev yek pêdivîyeke ayeta Xwedê ye. Ew kesên ku zimanên hinek qewman înkar dikin û hewl didin ji holê rabikin ji ayetê re muxalefet dikin. Înkarkirina nasname, ziman û hebûna milletekî û asîmîlekirina wî weke kuştina temamê wan însanên endamên wî qewmî ye.”

“Divê em li dijî wan kesên ku ji navê Şêx Seîd aciz dibin bêbertek nemînin”

Yilmaz di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser wan kesên ku ji navê Şêx Seîd aciz dibin û dû re derheqê mijarê de wiha got: “Divê em li xatirayên wan alim û şêxên xwe yên ku hatine şehîdkirin xwedî derkevin. Divê em li dijî êrîşên ku li hûrmet û zatê wan tên kirin birawestin. Hinek Kemalîst di van rojên dawî de çawa ku cihên wan alimên ku qetil kiribûn vedişêrin bi heman awayî dixwazin navên wan jî ji holê rabikin û bidin jibîrkirin hewl didin û teşebbûsî hinek tiştan dikin.  Navê Şêx Seîd û hevalên wî yên ku ji teref mehkemeya îstîkalalê ve hatibû şehîdkirin li qadeke li Diyarbekirê hatibû dayîn ku ew yek ji vê yekê aciz bûn û ji bo navê wê qadê bê guhartin gav avêtin. Divê em li dijî vê yekê bêdeng nemînin.”(ÎLKHA)