Êdî dosyayên îstîsmara zayendî ne “raza keşetîyê” ne

Papa Francîscus bi biryara ku da hewadîsên îstîsmara zayendî ya ku ji teref keşe û rahîbên endamên dêrê ve li hember zarokan tên kirin ji “raza keşetîyê” derxist.

Ekleme: 18.12.2019 11:20:05 / Güncelleme: 18.12.2019 11:20:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di qerara Papa Francîscus, ew ê belge, îfade, raporên derheqê îstîsmarên zayendî yên ku di arşîvên Qesra Edaletê ya Vatîkanê û Metranî de ji meqamên darazê yên welatên ku hewadîs lê pêk hatiye re bên teslîmkirin.

Ev hewadîsên îstîsmara zayendî yên ku ji teref keşe û rahîban ve dihatin kirin bi îmzeya Sekreterê Dewleta Vatîkanê Pîetro Parolînê di bergeha “raza keşetîyê” de ji holê dihatin rakirin.(ÎLKHA)