Kesên ku rabirdûya wan bi qirêj û gemarîyê tijî ye ji navê Şêx Seîd aciz bûn

Ji ber ku navê Şêx Seîdê ku bi qiyam û berxwedana xwe di nav gelê Kurd de bi qedr û qiymet e li hinek kuçe û kolanan hat dayîn Partîya Vatanê aciz bû.

Ekleme: 17.12.2019 15:55:10 / Güncelleme: 17.12.2019 15:55:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şêx Seîd(rehma Xweda lê bit) di heyama ku jiya de li dijî kufr û şîrkê şer kir û ji gelê xwe re bû rêber û pêşîvan, ew her wisa di micadeleya xwe ya ku li dijî zaliman da de bû dengê milletê xwe, ala tewhîdê bilind kir û vê nobedê dewrî kesên li pey xwe kir. Hebûna manewîyata Şêx Seîd, hinek kesên ku tu carî di siyasetê de dernayên pêş û nakevin rojevê, lê bi şiklekê bi kirinên xwe derdikevin pêş aciz kir.

Partîya kesê bi navê Dogu Perînçekê ku di xortanîya xwe de ji DEV-GENÇê re lîdertîya kiriye, di salên pêş de bûye heval û hogirê PKKê û di heyama 28ê Sibatê de gelek zilm û zordarî li Mislimanan kiriye, ji ber ku navê Şêx Seîdê ku bi qiyam û berxwedana xwe di nav gelê Kurd de bi qedr û qiymet e li hinek kuçe û kolanan hat dayîn aciz bû û vê yekê qebûl nekir.

Partîya Vatanê ji bo navê Şêx Seîd ên ku li Diyarbekirê li çend qad, kuçe û kolanan hatibû dayîn ji bo bên rakirin serî li Walîtîya Diyarbekirê da.

Lijneya ku di nav de  Ozgur Bursaliyê Serokê Giştî yê Ciwanîya Pêşeng (Öncü Gençlik), Meltem Ayvaliya Seroka Giştî ya Jinên Pêşeng(Öncü Kadın) û Haluk Mihalîogluyê Serokê Bajara Diyarbekirê yê Partîya Vatanê jî hebû li ser navê Partîya Vatanê ji bo navê Şêx Seîd ji kolan û kuçeyan bê rakirin daxwazname dan Walîtîya Diyarbekirê.

Şêx Seîdê ku ji bo dînê Xweda micadele kir berî ku vê îdamkirin gotibû “Ji ber ku ez têm îdamkirin natirsim. Muhaqqeq micadeleya min ji bo Xweda û dînê Wî ye.”

Ne tiştekî ecêb û sosret e ku partîyek ji Şêx Seîd aciz bibe û navê wî bide rakirin; lewra ev partî  ji sosyalîstî û neteweperwerîyê bigire heta ateîzm û Mislimantîyê dikeve her şiklî ku ev yek jî di raya giştî fikra “ew li gor tabîeta xwe hereket dikin” derxist holê.(ÎLKHA)