“Divê Tirkîye ji Peymana Stenbolê vebikişe”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam destnîşan kir “Divê Tirkîye ji Peymana Stenbolê vebikişe.”

Ekleme: 17.12.2019 12:09:18 / Güncelleme: 17.12.2019 12:09:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve derbarê qanûna 6284 û Peymana Stenbolê ya ku sazîya malbatê pê tê hilweşandin de daxuyanîyek hat belavkirin. Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, pêwîst e ku Tirkîye ji peymanê vebikişe.

“Divê Tirkîye ji Peymana Stenbolê vebikişe”

Saglam di berdewama daxuyanîya ku da de gotinên Serokomar Erdogan “parastina nesl û sazîya malbatê” di bîran xist û destnîşan kir: “ Birêz Serokomar Erdogan berî niha destnîşan kiribû ‘Em wek welatên Îslamê çi qas li sazîya malbatê xwedî derkevin ew ê ew qas jî îstîqbala me de di ewlehîyê de be. Divê em di bîran bixin ku ger bingeha malbatê qewî be dê civak jî qewî û saxlam be. Ji 5 wezîfeyên esas ên dewletê yek jî parastina neslê ye.’  Birêz Erdogan berî niha çendîn carana ji xeynî van gotinên xwe qala ‘nesla dîndar’ kir ku divê êdî ev di gotinê de nemînin û bibin polîtîkayên ku tên sepandin; lewra raya giştî bendewarê vê yekê ye. Lê belê em bi xemgînî dibin şahid ku berewajîya van hêvîyan gav tên avêtin. Di van rojan de zirar û taxrîbata ku ji ber Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284an pêk hatine nû nû derdikevin holê. Di vvê rewşê de hinek sazîyên sîwîl ên civakî û hinek kesên ku xwedîyê teşebûsên taybet in ji van sepanên ku bi destê îqtîdarê tên birêveberin û zirareke mezin didin sazîya malbatê destekê distînin û ji bo sazîya me ya malbatê ji hoê rakirin fealîyetên xwe zêde kirine. Sosretên wezaretan ên ku bingehên wan Peymana Stenbolê ye hêj berdewam dikin. Parlementerên ku mensûbên partîya îqtîdarê ne destekê didin Peymana Stenbolê û diyar dikin ku ev peyman pêşîya wê tundîya ku li jinan tê kirin bigire ku ev yek bi vê hincetê nikare bê îzahkirin.Ji bilî van tiştên ku qala wan hat kirin tê dîtin ki ew kesên ku xwedîyê teşebûsên taybet in hewl didin ku Peymana Stenbolê wek projeya “civaka bêzayend” bidin tetbîqkirin.”

“Fealîyet û programên ku ji bo Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284 di şaxên çapemenîya dewletê û yên taybet de tên kirin bên rawestandin”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir di navbera gotinên serokomar û xebatên îqtîdarê de nakokîyeke mezin heye û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “ Ger bi rastî  tê xwestin weke ku Serokomar gotiye  li sazîya malbatê xwedî bê derketin wê demê divê Tirkîye ji Peymana Stenbolê vebikişe. Bi gotineke din ger bi rastî tê xwestin ku li sazîya malbatê xwedî bê derketin wê demê divê ev tişt bên kirin: divê ew hessasîyeta Serokomar bibe polîtîkaya hikûmetê, fealîyet û programên ku ji bo Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284 di şaxên çapemenîya dewletê û yên taybet de tên kirin bên rawestandin û di şûna van de ew bername û fealîyetên ku dê pê sazîya malbatê bê qewîkirin bên tertîpkirin ku ji bê vê yekê pêve tu çare nemaye.”(ÎLKHA)