Êrîş li pîreka bi çarşef hat kirin

Li Stenbolê di metroyê de keseke êrîşkar êrîşî pîreka bi çarşef kir û heqaretan lê kir.

Ekleme: 15.12.2019 14:05:10 / Güncelleme: 15.12.2019 14:05:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li Stenbolê di metroyê de keseke êrîşkar êrîşî pîreka bi çarşef kir û heqaretan lê kir.

Di dîmenên ku hatine girtin de tê dîtin pîrekeke bêedep û hov di metroya ku sefera Beşîktaş û Karakoyê dikir de ji pîrekeke bi çarşef re got “Kezika Reş” û êrîşî kir. Pîreka bêedeb di ser halê xwe ya sûcdar de weke ku heqdar e xiste qêrîn û got gazî polêsan bikin.

Ji ber êrîş û heqareta ku hat kirin kesên di metroyê de bertek nîşanî êrîşkara bêeden dan.(ÎLKHA)