Çîn belgeyên îhlalên mafên însanî yên ku li Uyguran tên kirin ji holê radike

Birêveberîya komunîst a Çînê piştî ku belgeyên ku ji îhlalên mafên însanî yên ku li hember Uygurîyan tên kirin re delîl in derketin holê re dest bi jiholêrakirina belgeyan kir.

Ekleme: 15.12.2019 11:20:09 / Güncelleme: 15.12.2019 11:20:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê çendakî hinek belge derketin holê ku Çîna komunîst li wan kampên li Tirkistana Rojhilat li hember Mislimanên Uygurî gelek zilm û tehdayîyê dike.

Belgeyên ku ji zilm û zordarîya Çînê re delîl in ji teref birêveberîya komunîst a Çînê ve nehat tekzîpkirin û ji bo belgeyên nû yên derheqê zilm û zordarîyê de derneyên holê civîn tertîp kir.

Birêveberên Partîya Komunist a Çînê li Urumçîyê civînek li dar xist û talîmat dan da ku belgeyên nivîskî bên îmhakirin.(ÎLKHA)