PKK/YPGyîyê ku amadehîya êrîşê li wekîlê Serokê Şaredarîyê dikir hat girtin

PKK/YPGyîyê bi navê Mazlum Muhammmed Elîyê ku amadehîya êrîşê li wekîlê Serokê Şaredarîyê Pirsûsê dikir li Rihayê hat girtin.

Ekleme: 11.12.2019 10:20:09 / Güncelleme: 11.12.2019 10:20:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin PKK/YPGyîyê bi navê Mazlum Muhammmed Elîyê ku amadehîya êrîşê li wekîlê Serokê Şaredarîyê Pirsûsê dikir li Rihayê hat girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin berî niha hat hînbûn ku ew ê li hember wekîlê serokê şaredarîya Pirsûsê ji teref PKK/YPGyîyan ve sûîqast bê lidarxistin. Ji ber vê agahîya ku hat hînbûn polêsan xebat dan destpêkirin.

Di encama xebatên îstîxbaratê de cihê PKK/YPGyîyê bi navê Mazlum Muhammmed Elîyê ku amadehîya êrîşê li wekîlê Serokê Şaredarîyê Pirsûsê dikir  hat tespîtkirin û operasyon hat destpêkirin.

Di encama operasyona ku hat lidarxistin de PKK/YPGyîyê bi navê Mazlum Muhammmed Elîyê ku amadehîya êrîşê li wekîlê Serokê Şaredarîyê Pirsûsê dikir  û 3 kesên ku jê re dibûn alîkar hatin binçavkirin.(ÎLKHA)