Avrupa Yetîm Elî li Ugandayê bîrên avê dide vekirin

Ji teref Avrupa Yetîm Elî ve li çend gundên girêdayê bajara Kamulîya Ugandayê çend bîrên avê dê bên vekirin.

Ekleme: 02.12.2019 15:55:10 / Güncelleme: 02.12.2019 15:55:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li tevahîyê cîhanê li gelek herêman însan di warê peydakirina ava paqij û vexwarinê de gelek zehmetîyê dikşînin. Yek ji wan welatên ku lê zehmetîya peydakirina ava vexwarinê heye Uganda ye. Însan di warê peydakirina avê de gelek zêde zehmetîyê dikşînin ku ew ji ber vê yekê mexdûr in.

Avrupa Yetîm Elîya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye, çû hawara kesên ku li Kamulîya Ugandayê  û ew ê li wê derê bîrên avê bide vekirin. Ji ber bîrên avê yên ku dê bên vekirin şênîyên herêmê kêfxweş bûn.

Huseyîn Ateşê Alîkarê Serokê Giştî yê Avrupa Yetîm Elî derbarê mijarê de destnîşan kir, ew xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li tevahîya cîhanê zêdetirî 800 milyon însan di warê peydakirina ava paqij de zehmetîyê dikşînin. Em hewl didin di serî de li welatên Afrîkayê bîrên avê bidin vekirin. Nêzî 4 rojan me li van deran çend projeyan amade kir. Li vî gundî li ber mescîda gund li ser navê  malbatên Anli û Yilmazer bîrên avê hatin vekirin. Em ji wî apê xwe yê bi navê Yusuf Ademoglu yê ku vê ersaya bîrê avê da me re teşekkur dikin. Xweda jê re razî be, ew vê ersayê weqfî me kir.Înşaallah ew ê li vê derê bîrê avê bê vekirin.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir, li Afrîkayê dilopek av bi xwe jî gelekî bi qedr û qiymet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek Avrupa Yetîm Elî  li gelek warên Afrîkayê projeyên me yên bîrên avê hene.Em çima bîrên avê vedikin?Lewra li Afrîkayê ava paqij hema hema qet tune ye. Însanên ku ava heyî vedixwin dimirin. Li hinek welatan ji ber ava nepaqij bi sedhezaran însan dimirin. Ji ber vê yekê ew ê xebatên yên vekirina bîrên avê berdewam bikin.”(ÎLKHA)