Hêzên Yemenê helîkoptera rejîma Siûd xistin xwarê

​Li nêzê Asîra bajêra Yemenê helîkoptereke aîdî rejîma Siûdî ji teref hêzên Yemenê ve hat xistin xwarê.

Ekleme: 30.11.2019 13:15:11 / Güncelleme: 30.11.2019 13:15:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li nêzê Asîra bajêra Yemenê helîkoptereke aîdî rejîma Siûdî ji teref  hêzên Ensarullah ve hat xistin xwarê.

Yahya Serîyê Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Serî derbarê mijarê de destnîşan kir “Helîkoptera bi tîpa AH-64 Apache ya ku aîdî Siûdî ye li nêzê Asîra bajêra Yemenê dema ku fealîyetên dijmintîyê îcra dikir hat xistin xwarê.”

Derbarê mijarê de ji teref rejîma Siûd ve daxuyanîyek nehat dayîn.(ÎLKHA)