Li ser Pira Londrayê êrîşa bi kêr: 2 mirî

Li Londraya paytexta Îngîltereyê êrîşa bi kêr hat lidarxistin, di encama êrîşa bi kêr a ku hat lidarxistin de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 30.11.2019 13:09:21 / Güncelleme: 30.11.2019 13:09:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li Londraya paytexta Îngîltereyê êrîşa bi kêr hat lidarxistin, di encama êrîşa bi kêr a ku hat lidarxistin de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Cressida Dickê Midûrê Teşkîlata Polêsan a Londrayê derbarê mijarê de civîna çapemenîyê tertîp kir.

Dîck di civînê de derbarê mijarê de destnîşan kir “2 kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn mirin û 3 kes birîndar jî li nexweşxanê ne. Hûn ê di wan rojên pêşîya me de li kolanan polêsên bi çek û bêçek bibînin ku ew ê hejmara van zêde be.”

Dîck di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kri Usman Khanê 28 salî yê ku êrîşê li dar xist di sala 2012an de ji “sûcê terorê” ceza standiye û di sala 2018an de serbest hatiye berdan.(ÎLKHA)