Li Edenê 2 kargeh şewitîn

Li Seyhana navçeya Edenê 2 kargeh şewitîn.

Ekleme: 23.11.2019 09:50:09 / Güncelleme: 23.11.2019 09:50:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li Taxa Tebebaga Seyhana Edenê di encama şewata ku derket de 2 kargeh şewitîn.

Bûyer li Kolana Nalbant Halîl pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li Taxa Tebebaga Seyhana Edenê şewat derket.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re ekîbên îtfaîye hatin cihê bûyerê û hewl dan agir bitefînin.

Di encama şewata ku derket de 2 kargeh şewitîn.(ÎLKHA)