Wezîr Soylu: Zarokên 13-14 salî dibirin li serê çîyê

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu derbarê şaredarîyên HDPyî yên ku qayyûm hat avêtin li ser wan de destnîşan kir “Zarokên 13-14 salî dibirin li serê çîyê.”

Ekleme: 23.11.2019 09:05:09 / Güncelleme: 23.11.2019 09:05:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir li Entabê di bernameya ku beşdarî bû de derbarê wan şaredarîyên HDPyê yên ku qayyûm li ser wan hat tayînkirin de axavtinek kir.

Soylu di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir hinek kes dibêjin ‘qayyûm darbe ye’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK darbeya herî mezin li damokrasîyê dide. Bi tirsandinê derfet û îmkanên şaredarîyan didin rêxistinê. Ka ew ê ji şaredarî û parlementerîyan vekişîyane. Di 20ê MIjdarê de li Enqerê civînekê tertîp kirin.  Gelo we zen kir li wê derê qerar dan? Naxêr, PKK di 19ê Mijdarê de li Silêmanîyê civînek kir û derheqê vê mijara vekişînê de qerara xwe dan. Me çima serokên şaredarîyan ji wezîfê girt? Ji ber ku kar û barê qeymeqam û walîyan hindik e me wezîfe neda wan. Derdekî me heye. Ew zarokên 13-14 salî dibirin li ser çiyê.”(ÎLKHA)