Ji Lîbyayê 34 ton alikarîya însanî hat şandin li Sûrîyeyê

Balafireke ku 34 ton alîkariyên mirovî hilgirtibû ji Mîsrata Lîbyayê ber bi Sûriyê ve hat şandin.

Ekleme: 05.01.2025 13:35:23 / Güncelleme: 05.01.2025 13:35:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Şaredariya Mîsratayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku balafira alîkariyê ji Balafirgeha Mîsratayê rabûye û heyeteke ku ji endamên Heyva Sor a Lîbyayê û Şaredariya Mîsratayê pêk tê di balafirê de bû.

Balafira alîkariyê û heyeta Lîbyayê li Balafirgeha Şamê ji aliyê rayedarên Heyva Sor a Sûriyê û nûnerên Balyozxaneya Lîbyayê ya li Şamê ve hatin pêşwazîkirin.

Li gor daxuyaniya televizyona dewletê ya Sûriyeyê, di balafira alîkariya însanî ya ku ji Lîbyayê tê da 34 ton erzaq û pêdiviyên tenduristiyê hene. Hate tekezkirin ku ev alîkarî ji bo peydakirina pêdiviyên gelê Sûriyê destekeke girîng e. (ÎLKHA)