Otobusa rêwîyan qeza kir: 13 mirî 29 birîndar

Di encama qezaya ku li Kolombîyayê pêk hat de 13 kesan canê dan û 29 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 05.01.2025 11:05:28 / Güncelleme: 05.01.2025 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li herêma El Placerê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ku ji bajara Calîyê bi rê ket li herêma El Placerê ji kendalê gindirî newalê.

Di encama qezayê de 13 kesan canê dan û 29 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexwşexaneyê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Etiketler: